Demirtaş: AKP li şûna çareserî biryarên şer digre
Demirtaş bi hêrs pakêtê red dike û dibêje AKP partiya siyasî ma BDP komaleya alîkariyê ye û got: Karê me ew nîne ku AKP çi bike divê em weku BDP`ê piştevaniya wê bikin.
Demirtaş got: Weku ku tu xêra belav bikî maf weha nayên belav kirin.
Hêjayî gotinê ye biryarbû îro hemû partiyên siyasî yên parlemana Tirkiyê civîna partiyên xwe lidar bixin lê belê BDP ji ber daxuyaniya çapemeniyê a Selahedîn Demirtaş civîna xwe taloq kir.
Demirtaş got: Li şûna ku parlemana Tirkiyê biryarên çareseriyê û destpêkirina muzakereyê bike du tezkereyên şer bo Sûriyê û Êraqê digre, li cihê ku gav bavêje çawa yên li çiya (Gerîla) dakevin xwarê berovajî wê yekê biryarên şer digre.
Hevserokê BDP`ê derbarê pakêta demokratîbûnê de jî got: Diyare ku hikûmet naxwaze ev pêvajoyê aştiyê birêve biçe û tu guherînek cidî di pakêtê de nîne, lê belê emê têkoşna xwe ya demokratîk bo azadiyê berdewam bikin.
Li ser ew nûçeyên destjikarvekêşana Demirtaş û kirîza kongira ewarte de jî ku di ragihandinê hate belav kiorin Demirtaş got: Kongireya ewarte berya hilbijartinan di rojeva me de nîne, derbarê istîfayê de jî tiştekî weha nîne lê belê piştî hilbijartinan dewreya serokayetiya min a partiyê temam dibe ku ev du dewre ne ez li ser vê postê me. tu kirîzeke BDP a kongirê ya istîfa yê di rojeva me de nîne.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Demirtaş da zanîn ku ewê heya 15/10 wê biçin Îmraliyê û ewê derbarê pêvajoyê û pakêta demokratîbûnê ewê helwesta xwe ron û aşkira bikin.
Libarê hilbijartinên şaredariyê jî Demirtaş diyar kir ku wan dest bi amadekariyan kirine û wê hejmarek jin jî xwe kandîd bikin û li gor plana wan ewê vê carê şaredarê bajarê mezin Amedê jin be.
Xendan
