Heyeteke nûjdarên Amerîkayî serdana Mezara Nemiran kir
Di çarçoveya serdana welatiyên Kurd û biyanî bo ser Mezara Nemiran ya li Barzanê îro heyeteke nûjdarên Amerîkayî serdana Mezara Nemiran kir û ji aliyê nunerê Serok Barzanî Xelat Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Piştî merasima pêşwaziyê û danîna deste golê li ser Mezarê heyet peyvek pêşkêş kir û behsa xebat û têkoşîna Nemiran bo rizgariya gelê Kurd kir û ragehand ku, têkoşîna gelê Kurd û xebata Nemiran bûye sedema bidest xistina destkeftên niha û nasnameya gelê Kurd.
