Nêçîrvan Barzanî û heyeteke NY civiyan
Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke NY bi Serokatiya nunerê Sekreterê NY bo karûbarên Îraqê Nekolay Meladinov kir.
Di destpêka hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta destbikarbûna Nekolay weke nunerê Sekreterê NY li Îraqê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî nav hatî kir û kêfxweşiya xwe ya li hember asta peywendiyên navbera Kurdistan û NY diyar kir û got: NY weke dezgeheke xwedan ezmûn dikare di warê hevkarî kirina Kurdistanê de hevkariyeke baş pêşkêş bike.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de her du alî behsa rewşa Kurdistan, Îraq, deverê û prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê kirin û di vê derbarê de heyeta NY kêfxweşiya xwe ya li hember serkeftina prosesa hilbijartinên Kurdistanê û herwiha asta pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de diyar kir.\
Heyeta NY ragehand ku, serkeftina prosesa hilbijartinên Kurdistanê pêngaveke gelek girînge bo nîşandana çanda demokrasî û hêvî xwest ku, Kurdistan hertim pêşbikeve.
Derbarê qanûna hilbijartinên Îraqê de jî Serokwezîrê Kurdistanê hêvî xwest ku, demorkasiya rastîn din nava qanûna han de were cîhbicîhkirin û mafê ti aliyekî neyê binpêkirin û got: Girêdayîbûn bi destûra bingehîn ya Îraqê faktera sereke ya serkeftina desthilat û cîhbicîh kirina pergaleke fedratîve li Îraqê de.
Di berdewamiya civîna han de rewşa Sûriyayê jî ji aliyê Serokwezîrê Kurdistanê û heyeta NY ve hate nîqaşkirin û Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku, rewşa nebaş ya Sûriyayê bandor li ser Kurdistanê jî kiriye û heta niha nêzî 235 hezar penaberên Sûrî hatine Kurdistanê.
Serokwezîrê Kurdistanê herwiha daxwaz kir daku, NY hîn zêdetir di hawara wan penaberan de biçe û hevkariya wan bike.
