Mesrûr Barzanî bi Konsolosê Tirkiyeyê re civiya
Îro li Selahedînê Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsolosê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Muhemed Akîf Înam kir.
Di destpêka hevdîtinê de rewşa deverê bi giştî hate nîqaşkirin û her du alî tekez li ser bihêztir kirina peywendiyên heyî yên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de kirin.
Derbarê çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraqê de jî her du alî behsa girîngiya rola Kurdistanê kirin.
Di beşeke din ya vê civîna han de Konsolosê Tirkiyeyê bi minasebeta serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî birêz Mesrûr Barzanî kir û ew kiriyarên terorîstî yên ku, li Hewlêrê jî pêk hatin mehkûm kir û got: Kurdistan devereke gelek arame û bi wan kiriyaran rewşa aram ya Kurdistanê nayê alozkirin û ragehand ku, Tirkiye di her warî de amadeye hevkariya Kurdistanê bike.
Li hember de jî Şewirmendê civata ewlekariya nîştimaniya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî ragehand ku, bi mebesta rûbirû bûn bi teror û terorîstan hevkariya tevahiya hêz û welatên deverê girînge û tekez li ser hevkariya navbera Tirkiye û Kurdistanê kir.
Di dawiya vê civîna han de her du alî behsa çareser kirina aştiyane ya qirîza Sûriyayê kir û hêvî xwestin ku, bi hevkariya tevahiya navendên deverê û navendên cîhanê aloziyên heyî yên Sûriyayê bidawî bibin.
