• Thursday, 12 February 2026
logo

Zenderlîoglu: Nûçeyên derbarê îstifakirina Demîrtaş de derew in

Gulan Media October 7, 2013 Nûçe
Zenderlîoglu: Nûçeyên derbarê îstifakirina Demîrtaş de derew in
Parlamenterê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, nûçeyên derbarê îstifakirina Hevserokê BDP’ê Silhedîn Demîrtaş de derewand. Zenderlîoglu, da zanîn AKP ditirse di hilbijartinên herêmî de gelek şaredariyan wenda bike ji ber vê yekê dixwaze coş û kelecana gelê kurd bi van nûçeyên derew sist bike.

Di çapemeniya tirk de hate îdiakirin Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Silhedîn Demîrtaş xwestiye îstifa bike û ji ber vê yekê jî kongreya awarte pêşniyar kiriye. Her wiha di nûçeyan de tê gotin ev daxwaza Demîrtaş nehatiye pejirandin lê dê Demîrtaş piştî hilbijartinên herêmî dest ji karê xwe bikişîne. Lê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu ji Rûdawê re axivî û nûçeyên di çapemeniya tirk de hatine belavkirin derewand û got tu bingeha van nûçeyan tune ye.

Zenderlîoglu, destnîşan kir îstifakirina Demîrtaş di rojeva partiya wan de tune ye û tenê rojeveke wan heye; ew jî xurtkirina xebatên hilbijartinên herêmî ye. Zenderlîoglu, ji Rûdawê re wiha axivî: “Hemû endam, kadro û rêveberên partiya me hewl didin di van hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest bixin. Lê AKP ditirse li Bakurê Kurdistanê gelek şaredariyên xwe ji dest bide û wenda bike. Ji ber vê yekê bi van nûçeyan şerekî psîkolojîk dide meşandin. Dixwaze bi van nûçeyên derew, coş û kelecana gelê me sist bike. Di demeke ku em berendamên xwe didin diyarkirin de, em çima di vê hilbijartinê de serokatiya xwe bînin rojevê. Kar û xebatên me hemû ji bo serkeftina hilbijartinan didome.”

Husamettîn Zenderlîoglu, bi bîr xist ev 10 sal in Mîhrîcana Karageçiyan a li Ruhayê ji aliyê dewletê ve dihate meşandin lê îcar wan ev mîhrîcan li dar xistiye û rastê eleqeyeke mezin hatine. Zenderlîoglu, da zanîn eleqeya Karageçiyan a li hemberî BDP’ê reqîbên BDP’ê xistine nava tirs û fikaran ji ber vê yekê jî hewl didin bi nûçeyên derew xelkê ji BDP’ê sar bikin.
Top