Newzad Hadî û Konsolosê Swêdê civiyan
Di hevdîtineke de heyeta mêwan kiriyara terorîstiya Hewlêrê mehkûm kir û hevxemiya xwe bo hikûmet û gelê Kurd ragehand.
Heyet di berdewamiya axaftinên xwe de behsa pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de jî kir û ragehand ku, Kurdistan di her warî de pêşketiye û Swêd jî gelek girîngî dide rewşa aram û pêşkeftî ya Kurdistanê.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de behsa rewşa Penaberên Rojavayê Kurdistan û Sûriyayê jî hate kirin û heyeta mêwan spasiya hikûmet û dezgehên têkeldar yên hikûmeta Kurdistanê kir û ragehand ku, bicîhkirin û hevkarî kirina wan penaberan ne karekî asane û pêdeviya xwe bi hêz û derfetên gelek mezin heye.
