• Thursday, 12 February 2026
logo

Esed dê heta sala 2016an wek serokê Sûriyê bimîne

Gulan Media October 5, 2013 Nûçe
Esed dê heta sala 2016an wek serokê Sûriyê bimîne
Li gora zanyariyên ku di medyayê de belav bûne, Amerîka û Rûsya li hev kirine ku Serokê Sûriyê Beşar Esed heta sala 2016an di desthilatê de bimîne.


Car din, mijara mayîna Beşar Esed di serokatiya Sûriyê de, ket rojevê.

Rojnameya El Şirûq ya tûnisî di raportekê de belav kiriye ku, di rêkeftina vê dawiyê ya di navbera Amerîka û Rûsya de hatiye ku ya baş ew e, Esed di desthilatê de bimîne heta ku çekên kîmyayî û grûpên radîkal jî bêne jinavbirin.

Di raportê de sedemên egera dirêjkirina dema serokatiya Esed jî hatine zelalkirin ku ew jî pêk tê ji, koçberiya zêdetirî 2 milyon welatiyên Sûriyê, girtina balyozxaneyên rêjîmê li gelek welatan, rewşa ewlekariyê ya xirab û derketina gelek navçeyan ji bin kontrola rêjîmê.

Ji ber van sideman jî û li gora benda 87 ya destûra Sûriyê, dibe ku hilbijartinên serokatiyê heta 2 salên din werin paşxistin û li gorî vê Beşar Esed dê heta sala 2016an di desthilatê de bimîne.

Li gorî agahiyên ku tê gotin ji nava rêkeftina Amerîka û Rûsya deşîfre bûne, diyar dikin ku di rewşeke wiha de zehmete hilbijartin bên kirin û ya baş ewe ku Esed heta demeke din di desthilatê de bimîne.

Mayîna Esed di desthilatê de, yek ji wan astengane ku heta niha nehiştiye kongreya Cenêv 2 were lidarxistin, ji ber ku opozîsyon bi tu awayekî mayîna Esed qebûl nake.

Berovajî, Rûsya û hikûmeta Sûriyê jî qebûl nakin nîqaş li ser çarenivîsa Esed bê kirin.

Ji xwe jî Beşar Esed ku ev 13 salin li ser dika desthilatê ye, hertim dibêje eger gel bixwaze ew ê xwe kandîd bike, herî dawî jî ev yek di hevpeyvîna xwe ya duh bi televizyona Halk TV ya tirkî re, anîbû ziman.



Di destpêka şoreşa Sûriyê di sala 2011 de, opozîsyonê bi tu awayekî qebûl nedkir ku Esed heta sala 2014 di serokatiyê de bimîne, lê wiha diyare Esed dê ne tenê heta wê sale bimîne, lê belê wê 2 salên din jî Serokatiya Sûriyê bike û vê carê jî bi razîbûna Amerîka û Rûsya bi hev re.

Rudaw
Top