• Thursday, 12 February 2026
logo

"Mêrê du jinan nikare xwe kandîd bike"

Gulan Media October 5, 2013 Nûçe
Cîgira serokê giştiyê BDP ragihand ku di hilbijartinên şaredariyê yên li Tirkiyê de mêrê du jinan nikare li ser lîsta partiya wan xwe kandîd bikin.

Filiz Koçalî da zanîn ku wan dest bi amadekariyan bo hilbijartina şaredariyên Tirkiyê kiriye ku biryare di meha adarê sala 2014`an birêve biçe.

Koçalî aşkira kir ku ew weku BDP dest bi wergirtina kandîdan kiriye lê belê her kesê ku du jinên wî hebin ew nikarin xwe berbijêr bikin.

Filiz Koçalî got: Di demeke nêzîk de komisyona hilbijartinan dê çawayiya beşdarbûnê aşkira bike û li navçeyên Kurdî bi navê BDP em beşdarî di hilbijartinan de dikin û li navçeyên din yên Tirkiyê jî bi navê Partiya Gelên Demokrat beşdarî dikin, ji bo vê mebestê jî van nêzîkane em li gel berpirsên Partiya Gelên Demokrasiyê dicivin.

Koçalî aşkira kir ku Kotaya jinan li nav BDP ji %40 dibe. Em di wê baweriyê dene ku şaredariya Amed, Wan, Mêrdîn emê bi dest xwe bixin û yek ji şaredarên wan bajaran jî wê jin be.

Xendan
Top