• Thursday, 12 February 2026
logo

Mamosteyên Olî: Dibe xelk hîn zêdetir hevkariya dezgehên ewlekarî bike

Gulan Media October 5, 2013 Nûçe
Mamosteyên Olî: Dibe xelk hîn zêdetir hevkariya dezgehên ewlekarî bike
Di nimêja înê de Mele û Mamosteyên olî daxwaz ji xelkê kirin daku, zêdetir hevkariya dezgehên ewelekarî bikin.

Îro li seraserê Kurdistanê de Mele û Mamosteyên olî di gotarên xwe yên înê de daxwaz ji xelkê Kurdistanê kirin daku, bo parastina asayîş û ewlekariya Kurdistanê hevkariya hêz û dezgehên ewlekarî bikin.

Mamosteyên olî eşkere kirin ku, dibe xelk berpirsiyartiya xwe ya nîştimanî û netewî bicîh bîne û bo parastina aramiya welat û canê welatiyan zêdetir hevkariya dezgeh û hêzên ewlekarî bike.
Top