• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî peyamek pêşkêşî endam û alîgirên PDKê kir

Gulan Media October 4, 2013 Nûçe
Serok Barzanî peyamek pêşkêşî endam û alîgirên PDKê kir
Bi minasebeta serkeftina PDKê di hilbijartinên parlementoyê de Serok Barzanî peyamek pêşkêşî endam û alîgirên PDKê kir.

Duh birêz Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta serkeftina partiya demokrata Kurdistanê di hilbijartinên parlementoyê de peyamek pêşkêşî endam û alîgirên PDKê kir ku, ew jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê bexşende û mihriban

Ji ber serkeftina PDKê di hilbijartinên Kurdistanê de û jiber girêdayî bûna endam û alîgirên PDKê bi şîret û qanûnan di prosesa hilbijartinan de ji dil pîrozbayî, spasî û destxweşiyên xwe pêşkêşî tevahiya endam, kadro û alîgirên partiya demokrata Kurdistanê dikim.

Rêbaza we têjiye ji serwerî û destkeft û rêya we ya pîroz jî têjiye ji ewraz û nişêwan, gelek spasiya we dikim ku, we baweriya bixwe û baweriya bi serkeftinê ji dest neda û bi dil û can û bi coşeke mezin we kar kir.

Niha rêyeke gelek dûr û dirêj li pêşiya weye lewre dibe bihevre pêngavên gelek mezintir bo serbilindiya welatê xwe bavêjin.

Bila ew gotina Barzaniyê Nemir bikin şîret bo xwe ku, dibêje ; Di serkeftinê de merxrûr nebin û di şikestê de jî bêomîd nebin.

Pêwîste hun hertim di nava xelk de bin û xizmeta xelk bikin û êş û azarên xelk û herwiha daxwazên xelk baş fêm bikin û bo ku, bigehêjin bi amanc û serkeftina Kurdistanê dibe rêz ji wan re bigirin, dibe hewl were dayîn daku, xalên bihêz û lawaz werin destnîşankirin û hewl bo çareser kirina kemanî û kemasiyan were dayîn.

Dibe li gel tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê de vekirî bin û rêz ji her kes re bigirin, cêhê serfiraziye ku, Kurdistan ketiye ser rêyeke rast û demokrasî li welatê me de kokên xwe bihêz kiriye, xweştirîn dem û mezintirîn destkefta me ewe ku, gel bo xwe bi rêya senduqan biryar li ser çarenûsê xwe bide, bihêztir kirina ew xala han erkê tevahiya we ye.

Serokê partiya demokrata Kurdistanê
Mesûd Barzanî
3.10.2013
Top