Mehmûd Osman: pêkanîna hikûmeteke binke fireh pêgeha Kurd li Bexdadê û derve bihêztir dike
Mehmûd Osman endamê parlemana Iraqa federal ê ser bi fraksiyona Kurdistanî ve di peyamekê de li ser pêgeha xwe ya li facebookê ragihandiye:´´pêkanîna hikûmeteke binke fireh li Herêma Kurdistanê karîgerî dibe bi ser bihzêbûna zêdetir a pêgeha Kurd û Herêma Kurdistanê li Bexdadê û di hemû dezgehên dewletê de.´´
Osman herwisa tekez jî kiriye:´´ her çend Kurd yekgirtî be û yek gotar hebe, dê li derveyê Herêma Kurdistanê jî pêgeh û giranîya wê zêdetir be.´´
Di roja 21/9 a îsal de hilbijartinên parlemana Kurdistanê birêve çûn û tê de partîya demokrata Kurdistanê (PDK) karî pileya yekem bi dest bihîne û 38 kursîyên parlemanê bo xwe misoger bike.
