Wezîrê bazirganiya derve ya Misir û Parêzgarê Hewlêrê civiyan
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Hewlêrê a bi mebesta beşdarî kirin di pêşengeha berhemên navxweyî yên Misirê de wezîrê bazirganiya derve ya vê welatî serdana Parêzgeha Hewlêrê kir û bi Parêzghar Newzad Hadî re civiya.
di destpêka civînê de heyeta Misirî kêfxweşiya xwe bi serdana han û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de diyar kir û hêvî xwest peywendiyên heyî yên di navbera Misir û Kurdistanê de hîn bihêztir bibin.
Di berdewamiya vê civîna han de pêşniyar hate kirin daku, navendeke erdkolojîkî û rewşenbîrî li ser kelha Hewlêrê were damezrandin û bajareke pîşesaziya serdemiyane jî li Hewlêrê were vekirin.
