• Thursday, 12 February 2026
logo

Berbiharî: Rojane nêzîkî 500 penaberên Rojava vedigerin Rojava

Gulan Media October 2, 2013 Nûçe
Berbiharî: Rojane nêzîkî 500 penaberên Rojava vedigerin Rojava
Rêveberê deriyê sînorî yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê Şewket Berbiharî diyar kir ku rojane nêzîkî 500 penaberên Rojava vedigerin ser cih û warên xwe li rojavayê Kurdisanê.

Penaberên rojavayê Kurdistanê yên ku ji ber têkçûna rewşa Sûriye û Rojava koçberî başûrê Kurdistanê bûne, dixwazin vegerin ser cih û warên xwe.

Partiya yektiya demokratîk (PYD) jî ragihandiye ku berpirsên deriyê sînorî yê Pêşabîrê nahêlin penaberên rojavayê Kurdistanê vegerin malên xwe û îdia kiriye ku hefteya borî nêzîkî 2 hezar penaber xwestine vegerin Rojava lê berpirsên sînor nehîştine.

Derheqê vê yekê de rêveberê deriyê sînorî yê Pêşabîrê Şewket Berbiharî ji Rûdawê re axivî û îdiayên PYDê red kir û da zanîn, rojane nêzîkî 500 penaber ji Başûr derbasî Rojava dibin.

Berbiharî ragihand, sînor bo rewşên awarte û kesên nexweş hertim vekirî ye.

Li gorî amara komîsara penaberan a NY, hejmara penaberên rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê ji 200 hezarî derbas kiriye.

Rudaw
Top