• Thursday, 12 February 2026
logo

Ciwanên Rojava bi piyan çûn Barzanê

Gulan Media October 2, 2013 Nûçe
Ciwanên Rojava bi piyan çûn Barzanê
25 ciwanên Rojavayê Kurdistanê 5 rojan meşiyan û çûne Barzanê

Di çarçoveya serdana welatiyên Kurd û biyanî bo ser Mezara Nemiran ya li Barzanê îro 25 ciwanên Rojavayê Kurdistanê serdana Mezara Nemiran ya li Barzanê kirin.

Ev ciwanên han bi piyan ji kempa Kewrgusk dest bi meşê kirin û piştî 5 rojan gehêştine Barzanî û ji aliyê Nunerê Serok Barzanî Xelat Barzanî ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî xwendina Fatihe û danîne deste gulê li ser Mezarê çend peyv pêşkêş kirin.
Top