Hevpeymaniya Kurdistanî daxwaza 18 kursiyan bo kêmîneyan dike
Parlamenterê Iraqê û endamê fraksyona hevpeymaniya Kurdistanî Mehma Xelîl, roja (02.10.2013) li avahiya parlamentoya Iraqê li Bexdayê di civîneke rojnamevanî de ragihand, hevpeymaniya Kurdistanî daxwaza 18 kursiyên parlamentoyê bo kêmîneyan kiriye.
Mehma Xelîl her wiha da zanîn ku wan xwestiye ku kursiyên kêmîneyan wiha bê dabeşkirin: 5 kursî bo êzîdiyan, 5 kursî bo mesîhiyan (xirîstiyan), 3 kursî bo kurdên feylî, 2 kursî bo kurdên şebek, 2 kursî bo saîbeya mendayî û kursiyek jî bo ermeniyan.
Her wiha wî parlamenterê kurd ê Iraqê bi nûnertiya hevpeymaniya Kurdistanî pêşniyar kir ku pişka kêmîneyan yan ji kursiyên giştî werin kêmkirin yan jî lê bên zêdekirin. Li gorî wî parlamenterî ev daxwaza wan li gorî biryarên dadgeha federal a Iraqê ye ku mafê kontêjanê dide pêkhateyên kêmîne.
Di beşek din a axaftinên xwe de Mehma Xelîl diyar kir ku eger ev daxwaziya hevpeymaniya Kurdistanî neyê cîbicîkirin dê şandekê bişînin gel mezinên ayînî yên iraqî û daxwaza alîkariyê ji wan bikin.
Parlamentoya Iraqê roja 30ê Îlona 2013, ji ber nakokiyên di navbera fraksyonên siyasî nekarî qanûna hilbijartinan hemwar bike û dengana wê bo roja pêncşemê (sibê) paşxist.
