Hikûmeta Kurdistanê pêşwazî li ´´pakêta demokrasîyê´´ ya hikûmeta Turkiyeyê dike
Peyvdarê fermîyê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de bo malpera fermîya hikûmeta herêma Kurdistanê ragihandiye: ´´Hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwaziyê li paketa demokrasiyê dike ku, ji aliyê birêz Receb Teyib Erdogan serok wezîrê Turkiyeyê ve hate ragihandin.´´
Li gor malpera hikûmeta Herêma Kurdistanê Dizeyî herwiha dibêje: ´´Bi bawerîya me ev pakete, ji bona ber bi demokratîzekirineke zêdetir û zêdetir çespandina pirensîpên demokrasîyê li Turkiyeyê ku, hemû hevwelatîyên ewî welatî jê sudmend bin, pêngaveke baş e. Em hêvîdar in ev destpêkek be ji bo havêjtina pêngavên mezintir ber bi çareserkirina hemû pirs û giriftê Turkiyeyê û pirsa kurdî li ewî welatî di çarçoveya pêvajoya aştî û diyalogê de, herwisa bibe rêxweşker ji bo ber bi pêşvebirina pêvajoya aştiyê li Turkiyeyê. Pêngaveke erênî ye û pêywîste piştgirî lê bihê kirin.´´
