• Thursday, 12 February 2026
logo

KCK: AKPê bi pakêtê dîsa kurd xapand

Gulan Media October 1, 2013 Nûçe
KCK: AKPê bi pakêtê dîsa kurd xapand
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ku PKKê jî di nav xwe de digire, li hember pakêta demokrasiyê ya hikûmeta AKPê nerazîbûn nîşan da û ragihand, pakêt tenê bo wê bûye ku kurdan bixapîne û AKP jî hilbijartinek din qezenc bike.


Serokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê der barê pakêta ku duh (30.09.2013) ji aliyê serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan ve at ragihandin, daxuyaniyek da û ragihand, "Pakêtê nîşan da ku AKP ne çareserî, bêçareserî weke polîtîkayekê pejirandiye. Hatiye fêmkirin ku bi vê pakêtê re dixwaze kurdan mijûl bike û hilbijartineke din qezenç bike."

KCK'ê destnîşan kir ku di rewşa heyî de, pêvajoyek li holê nemaye û destnîşan kir ku ya heta niha hatiye kirin, dewama polîtîkaya mijûlkirinê ye.

KCK'ê ragihand ku ewê di hefteya pêş de bi deklarasyonekê bersiva polîtîka û pakêta AKP'ê bidin.
Top