Tirkiye teqînên Hewlêrê mehkûm kir
Îro wezareta derve ya Tirkiyeyê bi rêya weşandina daxuyaniyeke nivîskî teqînên dohê yên li berdem asayîşa Hewlêrê mehkûm kir.
Wezareta derve ya Tirkiyeyê hevdem ligel mehkûm kirina teqînên han perse û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî kesûkarên qurbaniyên wan kiriyarên terorîstî kir.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, encam dana kiriyarên han piştî hilbijartinên parlementoyê wateyeke wan yan girîng heye û armanca wan teqînan aloz kirina rewşa Kurdistanê ye û dixwestin şerê biratî der bixin lê dibe bizanin ku, planên dilreşan ti car ser nakevin.
Di berdewamiya daxuyaniya han de Tirkiye amadebûna xwe bo pêşkêş kirina hevkarî li dijî terorê bo Kurdistan û Îraq diyar kiriye.
