Îranê teqînên terorîstîyên Hewlêrê şermezar kir
Peyvdara wezarata karûbarên derveya komara îslamîya Îranê Merzîye Efxem teqînên terorîstîyên duh ên bajarê Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir ku bûye hokarê şehîdbûn û birîndarbûna çend hevwelatîyên bê guneh û karmendên dezgehên ewlehîyên Kurdistanê.
Merzîye Efxem kirdarên terorîstîyên duh ên Hewlêrê bi dijî mirovayetî wesif kir û got:´´ kirdarên terorîstî di dirêjîya pêngavên ajawegêrane yên nava Iraqê de ji alîyê dujminên pêkvebûnê, yekîtîyê û asayişa evî welatî ve dihên encamdan û hewl didin ku na emnî bo nawçeyên curbicurên Iraqê geştir bibe û zîyan bi yekîtîya neteweyîya evî welatî bigihînin.´´
Peyvdara wezareta derveya Îranê herwisa hevxemîya xwe bo zîyanmendên bûyerên diltezîn ên bajarê Hewlêrê nîşan da.
