Amerîka pîrozbahîya birêveçûna hilbijartinên Herêma Kurdistanê dike
Balyozxanya Amerîka li Bexdadê û herwiha konsûlxaneya Amerîka li Hewlêrê di bareya hilbijartinên serkevtî yên parlemana Kurdistanê de peyamake pîrozbayî pêşkêşî xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine.
Di beyannameyeke hevbeş de, nûnerayetîên Amerîka li Hewlêr û Bexdadê ragihandine, ku ´´ew hilbijartin pêngaveke giring bû bi arasteya xurtkirina dahatûya demokrasîyê li Iraqê.´´ Herwiha tekez kirine:´´ pîrozbahîyê li komisiyona bilinda serbixweya hilbijartinan dikeyn ku bi rêkûpêkî hilbijartin birêve bir.´´
Nûneratîyên Amerîka basa rola çavdêrên cîhanî û navxweyî û çavdêrên civaka sivîl di proseya hilbijartinên Herêma Kurdistanê de jî kirine û ragihandine, ku ewan çavdêran di proseyê d eroleke giring hebûn.
