Nêçîrvan Barzanî: Emê bênavber bo nehîştina hêzên tarî bixebitin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derheqê teqînên duh ên Hewlêrê de peyamek belav kir û diyar kir ku hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê di heyama 6 salên borî de bi awayekî wêrek li hember planên terorîstan şer kirine û gelek hewlên terorîstî pûç kirine.
Nêçîrvan Barzanî her wiha destnîşan kir ku jiyana hêzên ewlehiyê ji ber xatirê xelkê Kurdistanê hertim di metirsiyê de bûye û wiha got: “Wan zaniye û dizanin ku terorîst bi çi qestekî pîs tevdigerin. Ew dizanin ku eger terorîst bikarin dê jiyanê li Kurdistanê nehêlin.”
Serokwezîr Barzanî bang li welatiyan jî ku dema bûyerek biguman dibîni zû saziyên ewlehiyê agahdar bikin.
Peyama serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi vî rengî ye:
“Êrişa terorîstî ya li dijî saziyên asayişê em hemû xembar kirin. Jiyana biqîmet a hinek karmendên asayişê yên Herêma Kurdistanê bidawî hat. Ev kesên han bûn şehîdên parastina aramî û ewlehiya xelkê Kurdistanê.
Ev şehîdên serbilind û wêrek bi jiyana xwe hewl dan da ku nehêlin terorîst ji vê zêdetir zirarê nedin derdorê. Lê mixabin terorîstan jibilî şehîdkirina 6 endamên asayişê zêdetirî 60 kes jî birîndar kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê wan şehîdan jibîr nake. Em daxwaza sebrê ji xizm û mirovên wan re dikin û hêviya me ew e ku birîndar jî zû baş bin.
Hêzên asayişa Herêma Kurdistanê di heyama 6 salên borî de bi awayekî wêrek li dijî planên terorîstan sekinîne û di heyama wan salan de gelek hewlên terorîstî pûç kirine. Jiyana wan hertim bo parastina xelkê Kurdistanê di metirsiyê de bûye. Wan zanîne û dizanin jî ku terorîst bi çi qestek pîs tevdigerin. Ew dizanin ku eger terorîst bikarin dê jiyanê li Kurdistanê nehêlin.
Qesta terorîstan ew bû ku azadî û serbestiyê li Kurdistanê birîndar bikin. Hêzên asayişa Herêma Kurdistanê baş dizanin ku terorîst li dijî jiyanê ne, dijî biryara azad a xelkê Kurdistanê ne, dijî pêkvejiyan û bêhnfirebûnê ne. terorîst baş dizanin ku aştî, aramî, ewlehî û jiyana azad a xelkê û hilbijartinên 21ê îlonê; destkeftên hêzên asayişa Herêma Kurdistanê ne, ji ber wê jî yekser êrişî wan kirin.
Gelê Kurdistanê gelek bedel û qurbanî daye heta gihîştiye asta niha ya azadî û serbestiyê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serokatiya hemû partiyên siyasî û gelê Kurdistanê bi hêsanî dest ji vê azadiyê û serbestiyê bernadin. Birastî xwesteka me bo parastina destkeftên me dê gelekî bihêztir bibe. Hêzên pêşmerge û asayişê dê di xebata xwe ya bo dîtin û eşkerekirina hêzên dijîjiyanê, hêzên dijî azadiyê, hêzên dijî mirovahiyê û hêzên dijî serbestiyê de berdewam bin.
Emê bênavber bo nehîştina hêzên tarî û hêzên terorîst li seranserê Herêma Kurdistanê de kar bikin. Her wek çawa me beriya niha tora hêzên tarî girt vê carê jî emê li ber ronahiya hezkirina xwe bo jiyanê, bo azadiyê û bo serbestiyê li dijî hêzên têkder û wêrankerên terorîst xebatê bikin.
Ji bo ku em di vî karê xwe de serkeftî bin divê gelê Kurdistanê wek hercar alîkariya hêzên pêşmerge û asayişê bikin û xwe berpirsiyar bibînin. Daxwaza me ew e ku eger tiştek biguman dîtin zû hêzên polîs, asayiş û pêşmerge agahdar bikin.
Şehîd namirin, aramî û avedanî û pêşketina berdewam bo Kurdistanê”.
