Bexda bi pêlek teqîn hejiya
Li gorî agahiyên ku peyamnêrê Rûdawê ji Bexdayê ragihandiye, îro ji sibê ve heta niha herî kêm 21 bûyerên teqînê li tax û deverên cur bi cur ên bajêr qewimîne.
Li gorî agahiyan, pirraniya teqînan jî otomobîlên bombekirî bûne ku di encamê de gelek kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Hat zanîn, teqînên Bexdayê zêdetir li dijî şîe û navendên şîeyan hatine kirin.
Heta niha nayê zanîn ka çend kes hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne lê li gorî hinek jêderan, herî kêm 140 kes di teqînan de hatine kuştin.
