• Thursday, 12 February 2026
logo

Beyannameya Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê teqînên îro yên Hewlêrê

Gulan Media September 29, 2013 Nûçe
Beyannameya Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê teqînên îro yên Hewlêrê
Dezgeha asayişa herêma Kurdistanê îro sebaret bi hûrkarîyên teqînên terorîstîyên îro yên Hewlêrê beyannameyek belav kiriye û tê de ragihandiye, ku teqînên îro xwekujî bûne û di encam de 6 terorîst bi destê hêzên asayişê hatine kuştin û 6 karmendên asayişê jî şehîd bûne.

Sebaret bi zincîre teqînên îro yên bajarê Hewlêrê, birêveberayetîya asayişa Herêma Kurdistanê beyannameyek weşand. Li gor beyannameya asayişê ku wêneyekê wê ji bo PNA jî hatiye şandin, bûyerên îro bi evî şêweyî qewimî ye:

´´Demjimêr 1:24 ê piştî nîvro ya îro 29/9/2013 êrişeke terorîstî hate kirin bo ser baregeha birêveberayetîya asayişa Hewlêrê. Di destpêkê de otomobîleke corê mînîbûs ku xwekujek têde bûye, xwastiye biçe nava baregeha asayişa û di evî demê de ji alîyê pasevanên asayişê ve teqe lê dihê kirin û di encam de otomobîla han li ber derîyê serekî diteqe û di evî demî de 4 xwekuj bi çek û narincok hewl didin biçine nava baregeha asayişa Hewlêrê.

Her 4 terorîstên xwekuj ji alîyê pasevan û karmendên asayişê ve dihên kujtin, piştî çend xûlekan terorîstek bi ambulansekê nêzîkî baregehê asayişê dibe û piştî ku diraweste, xwe diteqîne.

Di encama evê kirdarê de 6 terorîst hatin kuştin û bi mixabinî ve di dema bergirîkirina qehremanane ya karmendên asayişê de 6 karmendên asayişê şehîd bûn û 42 kes ji karmendên asayiş û polîs û bergirîya şaristanî jî birîndar bûn.

Di demekê de ku em serxweşîyê li malbatên şehîdan dikin û hêvîya zû çakbûnê ji birîndaran re dixwazîn, xelkê Kurdistanê dilhêsayî dikim ku ev core êrişane, ji bo rûbirûbûna terorîstan, pitir me tundtir dike.

Ev êriş di demekê de hatin encamdan ku Herêma Kurdistanê di taqîkirineke mezina demokrasîyê de serkevt û eve jî nîşaneya ewê ye ku nehezên Kurdistanê çavê wan bi serkevtinên herêmê narabin.

Piştî 6 salan, ewe yekem kirdara bi evî corî ye ku li herêmê dihêt encamdan, lê belê bêgoman di navbera ewan 6 salan de çendîn caran hewlên bi evî corî hebûne ku bi agahdarî û hûşyarîya hêzên asayişê hatine poçkirin.

Pêywîste di bîra me de be ku Herêma Kurdistanê li nawçeyeke aloz de ye û hewla nahezan û metrisîya terorîstan bo têkdana seqamgîrîya Kurdistanê dawî pê nehatiye, her ji ber wê daxawz ji hevwelatîyên xoştevî dikin ku alîkarî û piştîvanê me bin bo parastina asayiş û ser û malê wan.

Daxwaz ji we dikin ku binkeyên asayişê bi zûtirîn dem ji her core diyardeyeke gomanbar agahdar bikin. Hevkarîya we mezintirîn faktere bo poçkirina niyeta xirab a terorîstan.

Terorîstan şêwaz û pîlanê nû bi kar dihînin bo encamdana êrişên xwe, lê belê em we dilhêsayî dikin ku bi hevkarîya hevwelatîyan, em hemû şîyanên xwe bi kar dihînin bo jinavbirina gef û êrişên bo ser asayişa herêmê, ji her cihekê ve ku bibe.

Di dawîyê jî de em daxwaz ji hevwelatîyên xwe dikin ku pabend bin bi rênimayîyên asayişê û hevkarê me bin, çimku hevkarîya we mezintirîn faktora alîakrîya parastin û berdewamîya sermayeya nirxdara asayişa welatê me ye.´´

Dezgeha asayişa Herêma Kurdistanê
29/9/2013
Top