Dezgeha asayîşê: 6 kes şehîd û 64 kes birîndar bûn
Dezgeha asayîşa Kurdistanê derbarê kiryarên terorîstî yên Hewlêrê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragehand ku, îro yekşem 29.9.2013 asayîşa Hewlêrê rastî êrîşeke terorîstî hatiye.
Di destpêkê de mînîpasek (otobuseke biçûk) ku, terorîstekî xwekuj tê de bûye xwestiye bikeve nava asayîşê lê pasewanê ber deriya asayîşê teqe lê dike û di encama de mînî pasa han li ber deriya sereke ya asayîşê tê teqandin.
Hevdem ligel teqînê 4 terorîstên din xwestine bi çek bikevin nava asayîşê lê ev çar terorîstên han jî ji aliyê zirêvanên asayîşê ve tên kuştin.
Piştî çend deqîqeyên din jî terorîsteke din bi tirimbîlekî abmulans dixwaze biçe nava asayîşê lê piştî rawestandina ew ambulansa han jî ew jî tê teqandin.
Di encama wan kiryarên terorîstî de bi giştî 6 terorîst hatine kuştin û mixabin 6 endamên asayîşê yên ku, bi awayekî qehremanî berxwe dane şehîd bûne û 42 karmendên din yên asayîş û hêzên bergiriya medenî jî birîndar bûne.
Em weke dezgeha asayîşa Kurdistanê hevdem ligel pêşkêş kirina perse û serxweşiyên xwe bo kesûkarên şehîdan, xelkê Kurdistanê jî dilniya dikin ku, ew êrîşên han me li ser şerê dijî teror û terorîstan bihêztir dikin.
