Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li Ahmed Turk û Osman Baydemîr kir
Ji bo koça dawiya dayika birêz Osman Baydemîr Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyamek de hevxemiya xwe rêzdar û malbata wan radigihîne.
Her wiha ji bo koça dawiya birayê mezinê birêz Ahmed Turk, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyamek de serxweşiyê li rêzdar û malbata wan dike.
Eve jî naveroka wan peyamane:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Kek Osman Baydemir
Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê
Bi xem û kovaneke mezin, nûçeya koça dawiya dayika cenabê we gihîşt me.
Bi vê xemgîniyê ve pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya têkoşer dikîn û hêvî ji xwedayê mezin dikîn ku dayika koçkirî bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
28/09/2013
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birayê birêz Kek Ahmed Turk
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk
Bi xem û kovaneke mezin, nûçeya koça dawiya birayê we yê mezinê birêz gihîşt me.
Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya têkoşer dikîn û hêvî ji xwedayê mezin dikîn ku birayê we yê koçkirî bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
28/09/2013
