Hoşyar Zîbarî: Giropên çekdar pêşêlkariyan di derheqê kurdan dikin li Sûriyê
Zîbarî di çavpêkeftinekê de di gel rojnameya Alheyat de redkir ku aliyek bin di gel rejîmê di kirêza Sûriyê de û got ku wan tu alîkarî yan piştevaniyek ji rejîmê re nekiriye.
Herwiha amaje bi wan çekdarên Îraqî yan xwepexşan kir ku bi paldera Taîfî li Sûriya şerdikin lê got jî ku gereke amaje bi 10 hezaran çekdarên ji welatên Erebî jî were kirin.
Zîbarî pêşbînî kir ku Esed di deshelatê de bimîne û aloziya Sûriyê pir dirêj bike ji ber ku stratîjiyên herêmî bi ser neketin û kêşe niha ketiya di çarçoveyê nêvdewletî de.
