Girtiyên PKKê yên reviyabûn dîsa hatin girtin
Li gorî ajansên nûçeyan ên Tirkiyê, wezîrê karûbarên hundir ê Tirkiyê Muammer Guler îro (26.09.2013) ragihand, hinek ji wan girtiyên PKKê yên ku duh (25.09.2013) ji zîndana tîpa M a Çewlikê reviyabûn, girtine.
Muammer Guler da zanîn, girtiyên PKKê li derdora gundê Ortaçanak ê Çewlikê hatine girtin û hejmara wan jî 17 kes in.
Guler eşere kir, yek ji wan girtiyên ku reviyabûn hê nehatiye girtin û lêgerîn derheqê wî de didome.
Li gorî wezîrê karûbarên hundir ê Tirkiyê, dibe ku hinek kesan di nav zîndanê de alîkariya girtiyên PKKê kiribe.
Şeva 24ê Îlona 2013, 18 girtiyên PKKê tunêlek di bin zîndana tîpa M a Çewlikê de kulabûn û ji wir reviyabûn.
(Rûdaw)
