Kiliçdaroglu: Bila rêka siyasetê ji PKKê re bê vekirin
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di hevpeyvînekê de digel rojnameya Bîrgun a Tirkiyê, li ser pêvajoya çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê axivî û diyar kir ku wan tu carî dijberiya pêvajoyê nekirine û wiha axivî: “BDP û AKPê ji me re digotin em dixwazin li hev werin lê hûn nahêlin. Ma me gotibû ‘emê herin ser sînor û nehêlin endamên PKKê ji sînor derbas bibin?’ Berovajî, min wê çaxê got kerem bikin çareser bikin emê jî alîkarî bidin. Lê Erdogan wiha bersiva me da pêwîstiya min bi alîkariye te tune”.
Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku hevdîtinên navbea AKP û rêberê PKKê Abdullah Oclaan şaş in û wiha anî ziman: “Ji ber ku şêwazên ku me pêşniyar dikin bi şêwazên AKPê re ferq dikir. Jixwe rewşa niha ya pêvajoyê vê yekê nîşan dide û rastiya gotina me derket holê.”
Kiliçdaroglu her wiha behsa xebatên CHPê yên derheqê çawaniya çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê jî kir û da zanîn, partiya wî raporek 17 madeyî li ser vê yekê amade kiribû.
Serokê CHPê benda hilbijartinan a 10% jî rexne kir û wiha got: “Eger birastî hûn dixwazin pirsê çareser bikin divê hûn benda 10% biguherînin, ji ber ku partiyên mîna Refah, Karkerên Tirkiyê (TÎP) û ODP hemû di bin benda hilbijartinan de dimînin lê girseya wan heye lewma divê derbasî parlamentoyê bibin.”
Kemal Kiliçdaroglu eşkere kir ku eger PKK dixwaze siyasetê bike divê pêşiya vê yekê were vekirin û derheqê pêgeha CHPê li bakûrê Kurdistanê de jî wiha axivî: “Pêgeha me li rojhilatê başûr (bakûrê Kurdistanê) zêde bihêz nîne. Ji ber ku girseya wê herêmê yan deng dide dîn yan jî deng dide ziman. Eger deng bide dîn dibe para AKPê û eger deng bide ziman wê çaxê dibe pişka BDPê. Lê em dixwazin rêyek navîn bidin pêşiya xwe û xebatên xwe wiha pêş bixin. Lê vegotina vê yekê zêde hêsan nîne çimkî ew herêm bi salan e hatiye piştguhxistin.”
