• Thursday, 12 February 2026
logo

Hejmara qurbaniyên erdheja Pakistanê zêde bû

Gulan Media September 25, 2013 Nûçe
Hejmara qurbaniyên erdheja Pakistanê zêde bû
Hejmara kesên ku di erdheja duh ya ku li wîlayeta Beloçistanê li başûrê rojavayê Pakistanê qewimî, gihişte 173 kesan.

Li gor medyaya Pakistanê, di encama erdheja ku bi tundiya 7.8 bû, 173 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Amarên berê yên ku medyaya Pakistanê aşkere kiribûn, digotin 65 kes ji ber erdhejê can dane.

Televîzyona GEO TV ya pakistanî di derbarê ziyanên erdehejê de belav kiriye ku gelek xanî û avahiyên bazirganî li devera erdhejê hatine xirakirin.

Serokwezîrê wîlayeta Beloçistanê Ebdulmalik Beloç jî rewşa awarte li navçeya Awaran yak u navenda erdehjê tê de ye, ragihand.

Li wîlayeta Beloçistan ya Pakistanê, duh (24.09.2013) danê êvarê erd bi tundiya 7.8 pile hejiya û bajarên mîna Keraçî, Heyderabad û paytexta Hindistanê jî hat hîskirin.
Top