Zêdetirî 100 şîrketên Amerîkî li Herêma Kurdistanê kar dikin
Hewlêr (Rûdaw) – Endamekî encumena bazirganiya Amerîka-Kurdistanê ragihand, niha nêzîkî 100 şîrketên Amerîkî li Herêma Kurdistanê kar dikin û wiha got: “Şîrketên Amerîkî ji bazara Kurdistanê razî ne.”
Encumena bazirganiya Amreîka-Kurdistanê, saziyeke bazirganî ye û navenda wê ya giştî li Washingtonê ye. Karê wê encumenê asankarî û pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst bo wan şîrketên Amerîkî ye ku dixwazin li Herêma Kurdistanê kar bikin.
Encumena bazirganiya Amerîka-Kurdistanê Cotmeha sala 2012 ji aliyê hinek şîrketên mezin ên Amerîkî ve hat damezirandin. Mebest ji avakirina vê encumenê, pêşxistina pêwendiyên aborî yên navbera şîrketên Amerîkî û sektora taybet li Herêma Kurdistanê ye.
Encumena han wek saziyeke sivîl kar dike û ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê piştgirîkirin.
Endamê encumena bazirganiya Amerîka-Kurdistan û yek ji avakerên encumenê Ayal Frank diyar kir ku ew alîkariya darayî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê wernagirin lê berpirsên pilebilind ên hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî merasim û çalakiyên encumenê dibin û bi vî awayî piştgirî dikin.
Ayal Frank da zanîn, endamên encumenê bixwe alîkariya darayî didin encumenê.
Frank ku heta niha gelek caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye, dibêje: “Herêma Kurdistanê xudiyê yek ji qanûnên herî pêşketî yên berhemanînê ye û derfetek mezin dide bazirgan û şîrketan. Li nav dilê rojhilata navîn de hêdî hêdî bazara Kurdistanê serê xwe radike. Çimkî Herêma Kurdistanê di warê ewlehiyê de aram e û dostê rojava û Amerîka ye jî û çavkaniyên wê yên sirûştî gelekî dewlemend in.”
Encumena bazirganiya Amerîka-Kurdistanê şîrketên Amerîkî teşwîq dike ku li Kurdistanê kar bikin û her şîrketa ku bixwaze bibe endama encumenê divê salane 30 hezar dolar bide encumenê. Li gorî agahiyên Frank, heta niha 20 endamên encumenê heye û da zanîn, jibilî şîrketên Amerîkî şîrketên kurdî jî dikarin bibin endamên encumenê. Mînak, Banka Navdewletî ya Kurdistanê endama encumenê ye.”
Ayal Frank eşkere kir ku tenê şîrketên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, şîrketên petrolê nînin ji ber ku şîrketên xizmetguzariyê jî li Herêma Kurdistanê kar dikin: şîrketên teknolojiyê, çandiniyê û ewlehiyê yên Amerîkî jî kar dikin.
Heta niha şîrketên mezin ên petrolê yên Amerîkî mîna Exxon Mobil û Chevron li Herêma Kurdistanê kar dikin her wiha hinek şîrketên din ên Amerîkî bi alîkariya encumena bazirganiya Amerîka-Kurdistanê di warên cur bi cur de li Kurdistanê kar dikin.
Wî endamê encumena bazirganiya Amerîka-Kurdistanê eşkere kir ku heta niha nedîtiye şîrketek poşman bibe ku hatibe Herêma Kurdistanê û wiha axivî: “Ji ber ku şîrketên Amerîkî ji bazara Kurdistanê razî ne û ev jî ji vê yekê tê ku Herêma Kurdistanê dostê rojava û Amerîka ye û derftek mezin a kar li wir heye.”
Rudaw
