Li Hewîce sê otomobîlên bombekirî hatin teqandin
Li gorî agahiyên Rûdawê, îro (25.09.2013) danê sibê, du otomobîlên bombekirî li ber avahiya rêveberiya polîsê bajarokê Hewîce yê Kerkûkê hatine teqandin.
Li gorî agahiyan, piştî teqînê komên çekdar êrişî avahiya polîs kirin û di navbera wan û hêzên polîs de pevçûn derket. Hat zanîn heta niha jî pevçûn didome.
Her wiha hat gotin ku otomobîlek bombekirî jî li ber avahiya şaredariya Hewîce teqiya ku di encamê de 6 kes hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyan, otomobîlek bombekirî jî li ser rêka rêveberê giştî yê hêzên polîsên derdora Kerkûkê Serhed Qadir hatibû danîn lê tîmên ewlehiyê mijûlî pûçkirina wê otomobîlê ne.
