Serêkanî: YPG gundekî din rizgar kir
Li gor nûçeya Hawarnewsê, îro di demjimêr 11.30 xulekan de, hêzên YPG’ê opersyonek li dijî komên çekdar dabûn destpêkirin û gundê Dirdara yê ku 2 kîlometreyan dikeve başûrê-rojhilatî gundê Çafa ji destê komên çekdar rizgar kirin.
Hêjayî gotinê ye ku hêzên YPG’ê duh jî gundê Çafa ya Serêkaniyê ku şêniyên wê ji kurdên Êzdîne, ji komên çeteyan rizgarkiribû û 7 noqteyên komên çete yên li herêmê ji wan koman pakij kiribû.
Li gor nûçeyê, di operasyona YPG’ê heta niha gelek kuştî û birîndarên komên çekdar çêbûne.
Ji aliyekî din ve jî her îro saetên sibê de Komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Êraq û Şamê /Cebhet El Nusra êrîşî 2 bendên kontrolê yên YPG’ê li herêma Cindirêsê ya Efrînê û Bajaroka Etma ya Idlibê kirin.
Jêder: ANHA
