• Thursday, 12 February 2026
logo

Çavdêrên çekên kîmyayî yên NY gihîştin Şamê

Gulan Media September 25, 2013 Nûçe
Çavdêrên çekên kîmyayî yên NY gihîştin Şamê
Lêkoler û çavdêrên Netewên Yekbûyî yên taybet bi çekên kîmyayî îro gihiştine payetxta Sûriyê Şamê.


Li gora nûçeya televizyona Russia Today ya Rûsî, şanda Netewên Yekbûyî, îro (25.09.2013) ji Libnanê derbasî Sûriyê bû.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku şanda navdewletî dema gihiştiye Sûriyê, bi hevlatiya serokê dêra Mar Yaqûb li Sûriyê Egnîs Meryem Elselîb ber bi cihekî nediyar ve çûn.

Tê çaverêkirin, şanda navdewletî ya bi serokatiya Ake Sellstrom, lêkolînê li ser nêzîkî 14 bûyeran bike ku dibêjin qaşo çekên kîmyayî tê de hatine bikaranîn.

Berî niha, berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Ferhan Heq ragihandibû ku şanda lêkolînê wê serdana navçeya Xan Elesel ya ser bi parêzgeha Helebê bike ku rêjîma Sûriyê dibêje çekdarên opozîsyonê çekên kîmyayî li wir bikar anîne.
Top