Çend girtiyên PKK`ê ji zîndanê reviyan e
Li gor nûçeyeke malpera Akşamê belavkiriye ku, girtiyan tunêlek li nava zîndana xwe bo derveyî girtîgehê kolane û weha reviyane.
Li gor nûçeyê polîsên Tirkiyê tevî hêzên cendirmeyan li bajarê Amedê û navçeyên derdora wê jî dest bi operasyoneke berfereh kirin û li dûv girtiyên PKK`lî yên ku ji zîndana Çewlîkê reviyan digerin.
