Li Hewlêrê vîzeya Berîtanya tê wergirtin
Di vê derbarê de îro wezîrê karûbarên navxweyî yê hikûmeta Kurdistanê Kerîm Şengarî û nunerê Serokwezîrê Brîtanyayê bo karûbarên bazirganî ragehandin ku, ji niha û pêde welatiyên Kurdistanê dikarin li Hewlêrê vîzeya Brîtanyayê werbigirin.
Di presskonferanseke hevbeş de Kerîm Şengarî ragehand ku, îro navendeke taybet bo dayîna vîzeya Brîtanyayê hatiye vekirin û bazirgan, pîşesaz û welatiyên Kurdistanê dikarin ji vê navenda han vîzeya Brîtanyayê werbigrin.
