Wezîrê aborî û darayî li gel şandeke bazirganîya Brîtanyayî kom bû
Di evê dîdarê de ku birîkarê wezareta darayîya herêma Kurdistanê Reşîd Tahir amade bû. Wezîrê aborî û darayîya Kurdistanê Bayiz Talebanî basa bûdce û çawanîya amadekirina bûdceya herêma Kurdistanê kir û amaje bi wêrankarîya jêrxana aborîya Kurdistanê û komkujîyên dij bi Kurd ên weke proseyên Enfal û kîmyabaranan ji alîyê rejîma Beis a herifî ve kir.
Wezîrê aborî û darayîya hikûmeta herêma Kurdistanê herwiha basa hewlên hikûmeta Kurdistanê bo dubare vejandina jêrxana aborîya herêma Kurdistanê kir ku niha di jêr sîbera aramî û tenahîya asayişê, herêma Kurdistanê vejîn û avaedankirinê bi xwe ve dibîne û projeyên stratejîk têde dihên cîbicîkirin.
Di heman dîdarê de birîkarê wezareta aborî û darayî Reşîd Tahir jî amaje bi giringîya vekirina bankan li herêma Kurdistanê kir bi taybetî di dema niha de ku bi hezaran kompanîyên bîyanî û navxwe li herêma Kurdistanê di buwarên cuda cuda de weberhênan û projeyên stratejîk encam didin.
Di beşeke din a evê kombûnê de kompanîyên Brîtanyayî amadeyîya xwe bo beşdarbûn di proseya avedankirin û weberhêna li Kurdistanê de nîşan dan.
