Balyozê Portugalê: Portugal konsûlxaneyê li Hewlêrê vedike
Îro sêşembe li bajarê Hewlêrê xatûn Suham Cebelî cîgira berpirsa fermangeha peywendîyên derveya hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Portugalê yê li Iraqê Cîmî Lîto kir. Li gor nûçeya malpera fermîya hikûmeta herêma Kurdistanê di evê dîdarê de balyozê Portugalê ragihandiye ku eve cara yekeme ku serdana herêma Kurdistanê dike û maweyeke zêde libenda derfeteke wiha bûye û bi serdana xwe xoşhale.
Cîmî Lîto ragihandiye, ku armnaca serdana wî bo herêma Kurdistanê bo zêdetir xurtkirina peywendîyên aborî û bazirganî di navbera Portugal û herêma Kurdistanê de ye. Lîto herwiha gotiye ku pêşangeha navdewletîya Hewlêrê ku çendîn kompanîyên Portugalî tê de beşdar bûne, derfeteke baş bo evê serana wî bûye û gotiye:´´ min gelek derbarê herêma Kurdistanê de bihîtîye û di navbera evê serdana xwe de jî min dît ku Kurdistan cihekî arame û min eve bi çavên xw edît û ez di evê bawerîyê de me jî ku herêma Kurdistanê û bi taybetî Hewlêr tekane derwazeya bazirganîya Portugalê bo hemû Iraqê ye.´´
Balyozê Portugalê di berdewamîya evê dîdarê de ragihandiye, ku Portugal dixwaze konsûlxaneya fexrîya xwe li Hewlêrê bo zêdetir handana bazirgan û weberhêneran ji bo pêşxsitin û xurtkirina peywendîyên navbera her du alîyan û vekirina kanalên zêdetir bo peywendîyên hevbeş veke.
Cîmî Lîto tekez jî kiriye ku seqamgîrîya herêma Kurdistanê bingeha bawerîya welatên bîyanî bi herêma Kurdistanê ye û daye xuyakirin, ku welatê wî dê pêngavên cidî bo pêşxistina peywendîyên aborî û bazirganî di navbera her du alîyan de bihavêje.
Cîgira berpirsa peywendîyên derveya herêma Kurdistanê Suham Cebelî jî di evê dîdarê de bi xêrhatina balyozê Potrugalê kir û di bareya biryara Portugalê bo vekirina konsûlxaneya xwe li Hewlêrê, ev pêngav bi giring wesif kir û tekez kir ku pêngaveke wisa dibe hokar bo zêdetir bihêzkirina peywendîyên navbera her du welatan.
Suham Cebelî herwiha ragihand, ku hikûmeta herêma Kurdistanê siyaseteke vekirî heye bo pêşwazîkirin li kopmanîyên cîhanî bo weberhênanê û amaje kir ku kompanîyên Portugalê jî dikarin sûdê ji evê derfetê werbigrin û bihêne Kurdistanê û karê weberhênanê encam bidin û bo ewê çendê jî teekzî li ser hêsankarîyên fermangeha peywendîyên derve bo wan kir.
Di beşeke din a evê dîdarê de her du alîyan basa sûdwergirtin ji şarezayî û pisporî û ezmûna hev di buwarê perwerde, kultur û xwandina bilind de kirin. Rewşa awareyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê û hewl bo alîkarîya wan mijareke din aevê dîdarê bûye.
