• Thursday, 12 February 2026
logo

Serkirdeyekê dewleta îslamî li Surîyê hate kuştin

Gulan Media September 24, 2013 Nûçe
Serkirdeyekê dewleta îslamî li Surîyê hate kuştin
Yek ji serkirdeyên grûpa ´´dewleta îslamîya bîlad Iraq û Şam´´ a li Surîyê ji alîyê artêşa azad a Surîyê ve hate kuştin.


Grûpa ´´dewleta îslamîya bîlad Iraq û Şam´´ ku rêkxistineke terorîstîya ser bi Elaqîdeyê ve ye, ew yek piştrast kiriye ku ´´Ebû Ebdullah El-lîbî´´ fermandeyê evê grûpê li parêzgeha ´Idilb´ a Surîyê ji alîyê artêşa azad a Surîyê ve li nêzîkî sînorê Turkiyeyê hatiye kuştin.

Ew grûpa terorîstîya îslamî ku liqeke rêkxsitina cîhanîya terorîstî ya Elqaîdeyê ye, li Surîyê di du cebheyan de şer dike, ji alîyekê ve li gel rejîma Surîyê ya bi seroaktîya Beşar Esed ve û ji alîyekê din ve jî li gel artêşa azad a Surîyê.

Di şerê navxweyîyê Surîyeyê ku zêdetir ji 2 salan berdewame, heta niha nêzîkî 110 hezar kes hatine kuştin û nêzîkî 10 miliyon welatîyên Surî awareyê navxweyê ewî welatî û derve bûne.
Top