• Thursday, 12 February 2026
logo

Serkeftina PDKê li cîhanê deng veda

Gulan Media September 23, 2013 Nûçe
Serkeftina PDKê li cîhanê deng veda
Serkeftina lîsteya 110 ya partiya demokrata Kurdistanê li cîhanê deng veda

Piştî eşkere bûna encamên nefermî yên hilbijartinên Kurdistanê û serkeftina lîsteya 110 ya partiya demokrata Kurdistanê mîdiyaya cîhanî girîngiyeke mezin bi serkeftina lîsteya PDKê dan.

Hijmareke rojnameyên Erebî prosesa hilbijartinên parlementoyê bi serkeftineke mezin ya gelê Kurd wesif kiriye.

Rojanameya Elşerqulewst jî behsa vê yekê kiriye ku, prosesa hilbijartinê di rewşeke aram û azad de hatiye birêvebirin û bi awayekî serkeftî bidawî hatiye û partiya demokrata Kurdistanê serkeftineke mezin bidest aniye.

Rojanameya Zaman jî nivîsandiye; hilbijartinên parlementoya Kurdistanê bêyî binpê kirina ti qanûnekî û bi serkeftina PDKê bi dawî hatiye.
Top