NY: Hilbijartinên Kurdistanê gelek baş bûn
Piştî bi dawî hatina prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, nunerê Netewên Yekgirtî yê li Îraqê ragehand ku, prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê gelek bi başî hatiye birêvebirin û proseseke azad û demokratîk bûye û hêvî dikim hilbijartinên parêzgehên Kurdistanê bi heman awayî werin birêvebirin.
Nunerê NY herwiha behsa rêjeya beşdarwanan jî kiriye û gotiye: beşdarî kirina rêjeya ji sedî 73ê rêjeyeke başe.
Her di vê derbarê de Konsolosê Tirkiyeyê jî bi minasebeta serkeftina prosesa hilbijartinan pîrozbayiyên xwe pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê û komîsyona serbixwe ya hilbijartinên Îraqê kir.
Konsolosê Tirkiyeyê eşkere kiriye ku, hilbijartinên han û encamên wan bo Tirkiyeyê jî girîngin û modela Kurdistanê jî nimûneyeke gelek başe bo Îraqê bi giştî û Îraqî jî dikarin modela Kurdistanê cîhbicîh bikin.
