• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Hewlêr û Dihokê PDKê li pêşiya partiyên din e

Gulan Media September 22, 2013 Nûçe
Li Hewlêr û Dihokê PDKê li pêşiya partiyên din e
Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, li parêzgehên Dihok û Hewlêrê PDK di rêza yekem de ye. Her wiha li Hewlêrê Gorran di rêza duyem û li Dihokê jî Yekgirtû duyem e.

Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, PDKê li parêzgeha Hewlêrê 303 hezar deng bidest aniye ku dike 45.18%ê dengan, her wiha tevgera Gorranê jî li Hewlêrê 107 hezar û 106 deng bidest xistiye ku dike 15.98%ê dengan. YNKê jî 13.58%ê dengan bidest aniye ku dike 91 hezar û 72 deng.

Yekgirtûya îslamî jî li Hewlêrê 41 hezar û 138 deng bidest aniye ku dike 6.13%ê dengan û Komela îslamî 46 hezar û 599 deng bidest xistiye ku dike 6.95%ê dengan.

Li parêzgeha Dihokê, PDKê 310 hezar û 816 deng bidest aniye ku dike 77.54%ê dengan, Yekgirtû li pey PDKê tê û 12.99%ê dengan bidest aniye ku dike 52 hezar û 73 deng. Tevgera Gorran li Dihokê 3.19%ê dengan bidest xistiye û YNKê jî 6.28%ê dengên giştî yên wê parêzgehê bidest aniye.

Rudaw
Top