Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê bi dawî hatina pêvajoya hilbijartinê peyamek pêşkêşî xelkê Kurdistanê kir
Ji bo bi dawî hatina serketiyaneya pêvajoya dengdana hilbijartina Parlemena Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xelkê serbilindê Kurdistanê dikim. Serketina vê pêvajoyê serketina Herêma Kurdistane û ji bo gelê me jî destkeftekî mezine.
Daxwaz ji hemû hêz û aliyê siyasiyan û welatiyên rêzdar dikim aramî û tebayî ya Kurdistanê biparêzin û bi navê parastina giyanê welatiyan û bexteweriya xelkê hemû cûre teqeyekî xweşî bêragirtin û her wiha hemû aliyek jî rêz li encamên hilbijartinê bigrin ku ji aliyê Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinan ve ragihandin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21.09.2013
