Serok Barzanî bi xelkê devera Amêdiyê re civiya
Di çarçoveya civînên Serok Barzanî yên bi xelkê Kurdistanê re ên bi mebesta propagende kirin bo lîsteya 110 ya partiya demokrata Kurdistanê îro Serok Barzanî bi rêhevaltiya Şêx Edhem Barzanî bi xelkê Amêdiyê re civiya.
Serok Barzanî di civîna han de peyvek pêşkêş kir û ragehand ku, xelkê Amêdiyê û derdorê her ji destpêka destpêkirina bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurd de roleke gelek girîng lîstiye û vê ji niha û pêde jî vê rola han bidomîne.
Serok Barzanî behsa xebat, têkoşîn, berxwedan û mêrxasiya devera Amêdiyê jî kir û ragehand ku, Amêdiyê hertim kelema çavên Neyar û Dagîrkeran bûye û di dîroka gelê Kurd de bi qehremanî û mêrxasî hatiye nasîn.
Derbarê hilbijartinan de jî Serok Barzanî eşkere kir ku, ew hilbijartinên han bo paşeroja Kurdistanê gelek girîngin û ez bawer dikim ku, xelkê Amêdiyê weke hilbijartinên derbasbûyî careke din pêşengiya beşdarî kirin di hilbijartinan de bixe stuya xwe û bi coşeke mezin beşdariya hilbijartinan bike.
Serok Barzanî diyar kir ku, ez naxwazim ji we re bibêjim ku, hun dengê xwe bidin kî anjî piştgîriya çi lîsteyekî bikin, jiber hun bo xwe baş dizanin ku, kî xizmeta we kiriye û vê di paşerojê de jî xizmeta we bike.
Serok herwiha daxwaz ji xelkê Amêdiyê jî kir daku, di roja 21ê mehê de erkê xwe yê nîştimanî û neteweyî bicîh bînin û biçin ser sernduqan û dengên xwe bidin nunerên xwe daku, di diyar kirina çarenûsa xwe de beşdar bin.
