Bexda bi 9 teqînan hejiya û bi dehan kes bûne qurbanî.
Çavkaniyên polîsan eşkere kirin ku, ew teqînên han li taxên Elam, Başûrê Bexdayê, meydana Nesir, Parka Sedûn û meydana Kerade de pêk hatine û di encama wan teqînan de 18 welatî canê xwe ji dest dane û 80 welatiyên din jî bûne qurbanî.
Her di vê derbarê de çavkaniyên tendirustî jî dibêjin ku, jiber xedarbûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.
