Mesrûr Barzanî: Destkeftên niha berhema xwîna şehîdanin
Bi çarçoveya civînên berpirsên partiya demokrata Kurdistanê de yên bi xelkê Kurdistanê de îro endamê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî beşdariya merasimeke girseyî kir û ji aliyê hezaren kes ve hate pêşwazîkirin.
Merasima han bi marşa netewî ya Eyreqîb destpê kir û piştî pêşkêş kirina gotarek ji aliyê Organîzatorê merasimê ve, birêz Mesrûr Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya hilbijartinên vê carê û daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir daku, bi coşeke mezin di roja dengdanê de biçin ser sendoqan.
Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, raste îro Kurdistan gelek aram û pêşketiye û rewşa jiyana xelkê gelek baş bûye lê dibe her kes bizanibe ku, destkeftên niha berhema ked û xwîna Şehîdên me ye lewre dibe bi beşdarî kirin di hilbijartinan de emê hewl bo parastina wan destkeftan bidin.
Mesrûr Barzanî ragehand ku, dibe em jiyana bindestî, awareyî û derbederî û jiyana kempan ti carî ji bîr nekin û xwedê ji ezmûn û destkeftên niha yên Kurdistanê derbikevin û di her warî de erkên xwe cîhbicîh bikin.
Endamê mekteb siyasiya PDKê birêz Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, hin kes û aliyên nehez û Neyarên Kurdistanê hewl didin daku, rewşa niha ya Kurdistanê û destkeftên Kurdistanê bêrûmet nîşan bidin û rojane bi sedan planên curbicur bo vê yekê amade dikin lê jiber hoşiyariya xelk û dezgehên peyvendîdar tevahiya planên wan tên pûçkirin.
Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de diyar kir ku, rewşa baş ya ewlekariya Kurdistanê bûye sedema hatina hijmareke gelek zêde ji kompaniyên cîhanî bo Kurdistanê û ew yek jî bûye sedema pêşkeftina abûrî û bazirganiya Kurdistanê û di encama wan guhertinan de jî rewşa jiyana xelkê Kurdistanê hatiye guhertin.
Mesrûr Barzanî behsa bername û projeyên PDKê û lîsteya 110 kir û got: PDK roja damezrandina xwe xwedan çend armancên sereke weke azadiya gelê Kurd, rizgariya Kurdistanê û damezrandina Kurdistaneke serbixwe bû, îro jî ev armancên han didomên û PDK hewl dide daku, di warê xizmetgozarî de xizmeta tevahiya xelkê Kurdistanê bike û jêrxana abûriya Kurdistanê bihêztir bike û bo vê yekê jî heta niha gelek projeyên curbicur cîhbicîh kiriye û hîn jî hewl bo cîhbicîh kirina projeyên girîngtir dide.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku, bo gehêştin bi xewnên dêrîn yên bav û bapîrên xwe, bo gehêştin bi armanc û xweziyên xwe û bo awedan kirin û pêşde birina Kurdistanê û bidest xistina serbixweyiya Kurdistanê ez daxwaz ji xelkê hêja yê Kurdistanê dikim daku, di roja 21ê vê mehê de bi coşeke mezin beşdariya prosesa dengdanê bikin û dengên xwe bidin lîsteya 110.
