Kanada dixwaze peywendîyên xwe bi Kurdistanê re bibe asteke pêşkevtîtir
Li gor malpera hikûmeta herêma Kurdistanê, roja duşembîyê 16/9/2013 berpirsa sefaretxaneya Kanada li Iraqê Stefanî Duhayîm serdana fermangeha peywendîyên derve yê herêma Kurdistanê kir û ji alîyê Felah Mistefa berpirsê evê fermangehê ve hate pêşwazîkirin.
Di civînekê de ku, Suham Cebelî alîkara berprisê têkeliyên derve jî amade bû, Felah Mistefa ji şandeya mêvan re behsa rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê kir û got ku, zêdetir ji 220 hezar penaberên surî qesta herêma Kurdistanê kiriye û vê yekê jî barê hikûmeta Kurdistanê gelek giran kiriye
Berprisa karûbarê sefaretxaneya Kanadayê got ku, ji bo hikûmeta Kurdistanê şanaziyeke mezin e ku mêvandariya wê hijmara mezin a penaberan kiriye û divê civaka navdewletê bi rola xwe rabe û alîkariya hikûmeta Kurdistanê bike.
Berpirsa karûbarên sefaretxaneya Kanadayê a li Îraqê got ku, ew dixwaz in têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê û tevaya Îraqê bigehînin qonaxeke bilindtir û di demek nêzîk de sefaretxaneya Kanadayê bi fermî dê li Bexdayê bêt vekirin û ev jî dê bibe xaleke pozetîv bo têkeliyan bi herêma Kurdistanê re jî.
Li gor evê nûçeyê, di mijareke din de, Felah Mistefa behsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ku, dê di 21ê vê mehê de bên kirin û hikûmeta herêma Kurdistanê hêvîdar e hijmareke zêde ji çavdêrên navdewletî beşdar bin daku hilbijartinên azad û paqij ji bona avakirina civakeke demokratîk û piralî û pirengî encam bide.
