• Thursday, 12 February 2026
logo

Kandîdekî turkman: Daxwaza tevgera Goran bo kêmkirina kursîyên ´kota´ metirsîdare

Gulan Media September 18, 2013 Nûçe
Kandîdekî turkman: Daxwaza tevgera Goran bo kêmkirina kursîyên ´kota´ metirsîdare
Kandîdekî lîsta pêşkevtûya Turkmanî dibêje, ku daxwazkarîya kêmkirina kursîyên kota yên Turkman daxwazkarîyeke xirabe û metirsîdare û ewa ku tevgera Goran daxwaz dike xizmet bi pêkvejîyanê li Kurdistanê nake.


Li gor heftenameya Bas a çapa Hewlêrê, Cewdet Cercîs Necar di bersiva kandîdekî tevgera Goran ê bi navê Omer Inayetî de ku daxwaza kêmkirina kursîyên kota yên kêmîneyên li herêma Kurdistanê dike, dibêje:´´ ew daxwazkarî û kêkiirna kursîyên kota yên Turkman, daxwazkarîyeke xirab eû metirsîdare bo ser ayindeya me, pêywîsye partî û kesayetîyên Turkmanî li gel tevgera Goran û bangeşeya ewê kandîdê wan bi şêweyeke cidî reftar bikin. Mixabin tevgera Goran, ewe cara yekem nîne, çendîn carên din jî bêjedanên din dane ku xizmet bi pêkvejîyana li Kurdistanê nake.´´

Ew di bareya kêberîyên li ser 5 kursîyên pişka turkmanan ên li parlemana Kurdistanê de jî dibêje, ku pênc qewareyên turkmanî beşdarî di hilbijartinan de dikin û lîsta wan jî karên baş kiriye û ezmûneke baş di akrê siyasî û îdarî de heye û ew pêşbînî dikin ku di navbera 2 heta 3 kursîyan bi dest e bihînin.

Cewdete Necar ewe jî aşkira kir, ku yek ji bernameyên giringên lîsta wan bo nava parlemanê ewe ye ku di reşnivîsa destûra herêma Kurdistanê de bi şêweyeke fermî biçespe ku turkman neteweya duyem a herêma Kurdistanê ye. Necar herwiha got, ku ew kar bo ewê çendê dikin ku piştî zimanê Kurdî, zimanê turkmanî bibe zimanê duyem ê fermî li herêma Kurdistanê.

Lîsta pêşkevtûya turkmanî bi hejmara 124, lîsteke hevpeymanîtî ye ku ji hevpeymanîtîya 3 partî û 2 kesayetîyên turkmanî pêkhatiye. Alîyên beşdarê ewê lîstê, partîya demokrata turkmanî, komeleya rewşenbîrîya turkman û tevgera çaksazîya turkmanî û 5 kandîd bo birina her 5 kursîyên kota yên turkmanan destnîşan kiriye.
Top