• Thursday, 12 February 2026
logo

Edhem Barzanî bi xelkê Çemankê re civiya

Gulan Media September 16, 2013 Nûçe
Edhem Barzanî bi xelkê Çemankê re civiya
Civînên PDKê yên bi xelkê Kurdistanê ên bi mebesta amadekariya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê dom dikin.

Di vê çarçoveyê de Duh endamê civata Serokatiya partiya demokrata Kurdistanê Şêx Edhem Barzanî serdana devera Çemankê ya li Behdînan kir û bi xelkê vê deverê re civiya.

Di civînê de Edhem Barzanî behsa rewşa Rojhilata Navîn, Îraq û Kurdistanê kir û balkêşande ser çanda bihevre jiyana kemenetewên olî û etnîkî li Kurdistanê de û ragehand ku, ti cudatiyek di nava pêkhateyên Kurdistanê de tuneye û mafê ti kesek jî tuneye cudatiyek bixe navbera pêkhateyên Kurdistanê.

Edhem Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê kir û ragehand ku, hilbijartinên han gelek girîngin û eger xelkê Kurdistanê xizmetgozarî û aştî û aramî dixwaze dibe beşdariya hilbijartinan bike.

Nav hatî herwiha daxwaz ji xelkê devera Çemanê jî kir daku, di roja dengdanê de dengên xwe bidin partiya demokrata Kurdistanê jiber ku, bernameya vê partiyê bernameyeke Kurdistaniye.
Top