Nêçîrvan Barzanî: Deng ji we xizmet ji me
Civîna han yaku, civîneke girseyî bû û li yarîgehê de hatibû organîzekirin bi xwendina marşa netewî ya Ey Reqîb destpê kir.
Piştî pêşkêş kirina çend peyvekî ji aliyê Organîzatorên civînê ve, Cîgirê Serokê partiya demokrata Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, beriya destpê kirina prosesa hilbijartinan me komîteyek damezrandibû daku, serdana vê deverê bike û pêdeviyên deverê destnîşan bike daku, em jî bikaribin li gor bernameyekî ev pêdeviyên han cîhbicîh bikin, lê piştî hilbijartinan emê careke din bi projeyên nû û berfire wedigerin vê deverê û xizmeta we dikin.
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, lîsteya 110 ya partiya demokrata Kurdistanê xwedan bernameyeke gelek girîng û berfireye bo xizmet kirina xelk û awedan kirina Kurdistanê û lîsteya 110 piştî hilbijartinan vê dest bi cîhbicîh kirina bername û projeyên xwe bike lewre ji we re dibêjim deng ji we û xizmetgozarî jî ji me.
