• Thursday, 12 February 2026
logo

Hevpeymanîya Kurdistanî piştgîrîya lîsta vekirî bo hilbijartina parlemana Iraqê dike

Gulan Media September 16, 2013 Nûçe
Hevpeymanîya Kurdistanî piştgîrîya lîsta vekirî bo hilbijartina parlemana Iraqê dike
Komîteya qanûnîya li parlemana Iraqê ragihand, ku pêywîste hemû giriftên navbera fraksiyonên siyasî yên sebaret bi dengdan bi proje qanûna hilbijartina parlemana Iraqê bo sala 2014 bihên çareserkirin.


Seroaktîya parlemana Iraqê roja înê ya derbasbûyî ragihand, ku bi egerê endamdana hilbijartinan li herêma Kurdistanê, kombûna parlemana Iraqê bo rêkewta 24 ê Eylûlê hatiye paşxistin û dawî kombûne bo dengdan bi proje qanûna hilbijartina parlemana Iraqê jî.

Serokê komîteya qanûnîya parlemana Iraqê Xalid Şuwanî di konfranseke rojnamevanî de ragihnad, ku çendîn girift li ser dengdan bi proje qanûna hilbijartina parlemanê heye û ew girft jî ewin ku çend list hene ku daxwaza qanûna Sant Dego dikin ku li gor evê qanûnê hilbijartina encûmenên parêzgehan birêveçû û herwisa çend list hene ku bo hilbijartinan daxwaza qanûneke nû dikin.

Xalid Şuwanî got:´´ çend listen din jî hene ku daxwaza lîsta nîv vekirî dikin û çend alî jî daxwaza lîstavekirî dikin, lê ew jî weke Hevpeymanîya Kurdistanî di parlemana Iraqê de deng bi lîsta vekirî didin.´´ Şûwanî herwisa got:´´ hêvîdarim ku deng li ser ewê projeya qnûnî bihê dan, çimku di berjewendîya hemû listen siaysî û hevwelatîyan û hikûmetê jî de ye.´´
Top